Îro saet 8:27’an li navçeya Karesî ya Balikesîrê li kargeha hilberandina çekdan teqîneke mezin çêbû.
Di teqînê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn.
Hêna jî sedema wê nayê zanîn. Lê, dewleta Tirk yekser got ne êriş e.
Îro li navçeya Karesî ya Balikesîrê li li kargeha hilberandina çekdan teqîneke mezin çêbû.
Di teqînê de 11 kes mirin 8 jin in û 7 kes jî birîndar bûn.
“11 kes mirin û 7 jî birîndar bûn”
Wezîrên mîna Wezîrê Karê Hundir, Wezîrê Parastinê û Wezîrê Ewlekariya Kar ê dewleta Tirk yekser çûn cihê teqînê.
Ev kargek Cihekî gelekî mezin e.
1000 donim e. Gelek beş li vir hene.
Li van hemûyan jî hilberandina pêwîstiyên taqemeniyê yên wekî gule, fîşek, dînamît û kapsulên din hene
Li gorî wezîrên dewleta Tirk li vir 615 karker dixebitin.
Ev qad bi ewlekariyeke mezin dihat parastin.
Yên derbasî wê dibin, di lêgerîneke taybet re derbas dibin.
Yên ku li vir dixebitin jî perwerdeya xwe li Amerîkayê, li Florîdayê dibînin.
Rojane bi hezaran amûrên taqemeniyê tên hilberandin.
Biryara ji bo karkirina li vir ew e ku temen di navbera 18 û 40 salî de be û bi taybet jî keçên ciwan tê de bixebitin.
Kargeh girêdayî kî ye?
Her wekî kargeh girêdayî Pîşesaziya Taqemeniyan a ZSR ye.
Ev jî gorêdayî Omer Farûk Kalyoncû ye. Her wiha Koma Medyayê ya Tûrkûazê jî girêdayî vî kesî ye.
Farûk Kalyoncû di dema AKP’ê de gelekî dewlemend bûye.
Bi kurtî, ev dewlemendên AKP-MHP’ê ne.
Beriya 10 salan jî li vê derê teqîn çêbibû
Hêjayî bibîrxistine ye ku beriya niha bi 10 salan jî li heman kargehê teqîn çêbûbû.



