Şêniyên kantona Firatê sersaxî ji malbata şehîd Egîd Kobanê re xwest.
Di merasîma sersaxiyê de soza şopandina xeta şehîdan hat dayîn.
Îro bi sedan şêniyên kantona Firatê û endamên saziyan girêdayî Rêveberiya Xweser berê xwe da gundê Kortika Sasoliyan ê bajarê Çelebiyê yê kantona Firatê û sersaxî da malbata şehîd Egîd Kobanê (Nîhad Ehmed) ê 21`ê Kanûnê li Sirînê şehîd bûbû.
Di merasîma sersaxiyê de, endama Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Eyşe Efendî piştî sersaxî ji malbata şehîd Egîd Kobanê re xwest, diyar kir ku dewleta Tirk plana dagirkirina Kobanê daniye, lê xeyala dagirkirina Kobanê pêk neyê.
Eyşe Efendî da zanîn ku ew bi saya şehîdan bi rûmet dijîn û ev li gotinên xwe zêde kir:
“Şervanên me ji bo parastina gelê xwe li eniya pêş têkoşînê dikin û li ber xwe didin.”
Eyşe Efendî di dawaiya axaftina xwe de soza şopandina xeta şehîdan da.
Merasîma sersaxiyê bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.



