MSD’ê Cejna Noelê li tevahî pêkhate û baweriyên gelê Sûriyê pîroz kir û hêviyên xwe yên yekrêziya gelê Sûriyeyê û avakirina welatekî hêjayî fedakariya vî gelî, nîşan da.
Di daxuyaniyê fedakariya gelê herêmê ya ji bo jiyana ewle hat bibîranîn û hêviya avakirina welatekî pirreng ku tê de mafên hemû pêkhateyan parastî bin, hat nîşandan.
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo avakirina Sûriyeya nû pêwistî bi yekkirina xebatê û xwedîderketina li rihê nîştimanperweriyê heye, da ku nirxên edalet, demokrasî û jiyana hevbeş werin misogerkirin û hevpeymaneke civakî ya nû li gorî hêvî û daxwazên gelê Sûriyeyê were sazkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de MSDˋê hêvî kir ku ev cejn bibe destpêka serdemeke nû ya aştî û aramiyê û yekrêziya gelê Sûriyeyê û îradeya wan.



