Rêxistina femînist sosyalîst Radical Women peyamek şand ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştgirî da têkoşîna jinan.
Rêxistina femînist sosyalîst Radical Women (Jinên Radîkal) a DYE û Awistiralyayê peyamek şand ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re.
Pêyama ku îmzeya Organîzatora Netewî ya Radical Women a DYE Helen Gilbert û Organîzatora Netewî ya Radical Women a Awistiralyayê Debbie Brennan cih digre wiha ye:
“Ji bo xwişkên me yên wêrek ên li Sûriyeyê, em bi peyama xwe ya piştevaniya şoreşgerî û femînîst radigihînin.
Ji ber ên herî zêde ji ber rejîma Baas êş kişandine jin in, loma ji bo avakirina civaka nû divê jin di refên herî pêş de bin.
Biryardariya we îlhamê dide hemû gelên bindest ên cîhanê û heta kesên di nav hêzên emperyalîst de jî.
Weke femînistên sosyalîst ji Xezayê heyanî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji wê wêdetir jî em bi hemû kesên ku li dijî qirkirin têdikoşin re, di nav piştevaniyê de ne, Jin, Jiyan, Azadî.



