Li Wargeha Mexmûrê 6 gerîlayên YJA-Star û HPG’ê ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Mexmûrê şerkiribûn û li herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, hatin bîranîn.
Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Mexmûrê Şehîd Rosîda Mardîn, Amed Efrîn, Diljîn Amed, Mazlum Koçer, Sînan Gever û Ararat Tolhildan yên li Mexmûrê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kiribûn û di dem û cihên cûda de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd ketibûn hatin bîranîn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevberdevkê Saziya Malbatên Şehîdan Murad Encû axivî û got:
Eger îro em li hev komdibin bi xêra van pakrewanane. Divê em wek gelê wargehê heta dawiyê li ser xeta van hevalên şehîd bimeşin, têkoşîna wan bilidtir bikin.
Em soz didin heta azadiya Rêber APO û Kurdistanê emê berxwedanê bilindtir bikin.
Piştî axaftinê, sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna her 6 şehîdan hatibû amadekirin hat nîşandan.
Bîranîn bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.



