Şêniyên bajarê Holê diyarkirin ew li dijî hewldanên derxistina fitneyê di navbera pêkahteyên civakê de ne û ew piştgiriya QSD’ê dikin.
Şahîn El Heran dagirkeriya Tirkiyê şermezar kir û armancê dagirkeriyê wiha şîrove kir:
“Piştî ketina Rejîma Baasê, valahiyeke mezin çêbû.
Dewleta Tirk ji êrişan armanc dike, giyanê yekitiyê di navbera gelên herêmê de têk bibe.
Lê em ê hevgirtî bin û nahêlin ev plan bi ser kevin. ”
Sema El Ehmed bi El Heran re heman fikr e ku dewleta Tirk rewşa heyî li Sûriyeyê bi kar tîne û got:
“Piştî ketina rejîmê, Tirkiye dest bi parçekirina tevna civakî li Sûriyeyê kir.
Dixwaze bi rêya êrişan fitneyê di navbera pêkhateyan de belav bike û sûcan li dijî sivîlan bike.”
Sema diyar kir ku şêniyên bajarê Holê li hember êrişan yek in û nirxandina xwe wiha bidawî kir:
“Dewleta Tirk bi hicetên cuda dixwaze herêmên din ên Sûriyeyê dagir bike.
Em taîfetê û fitneyê red dikin. Em piştgiriya QSD`ê dikin ku parêzvanên vê axê û vî gelî ne.”



