Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku wan tevahî hewldanên dagirkirina Bendava Tişrînê û gundên derdora wê têk birine û got “Me derbên giran li çete û dagirkeran xistin.”
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê qala berxwedana xwe ya li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bendava Tişrînê û gundên derdora wê kir û îdiayên çeteyan derewandin.
Şervanekî diyar kir ku wan dagirkerên Tirk û çeteyên wê ji herêmê qewitandin û gelek gundên herêma Bendava Tişrînê kontrol kirin û derbên giran li çete û dagirekran xistin. Şervanekî din destnîşan kir ku ew ê herêmê diparêzin û berdêl çi dibe bila bibe dê nehêlin dagirker û çete pêşde biçin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 8ˈê kanûnê ve bi balafirên bê mirov ên bi çek û balafirên şer û çekên giran êrişî Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê û derdorê wê dikin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişan didin.



