Li parêzgeha Tertûsê 14 çekdarên Wezareta Karên Hundir a hikumeta demkî ya Sûriyê û 3 çekdarên din hatin kuştin.
Li gorî Wezareta Karên Hundir a hikumeta demkî ya Sûriyê, li gundewarên Tertûsê 14 endamên wê di kemîneke leşkerên rejîma Baas ya berê de hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî got:
Li Tertûsê piştî ku hêzên ewlehiyê hewl da efserekî berê yê rejîma Beşar Esed bigirin, şerek derket û di encamê de 17 kes hatin kuştin.
Her wiha li devera Xirebe Mazeyê dema bersiva hewldana destgîrkirina efserekî berê û serokê Dadgeha Meydanî û berpirsekî sûcên li girtîgeha Seydnayayê kirin, şer derketiye.



