Gerîla TV dîmenên çalakiyeke sabotajê ya ku gerîlayên HPG’ê li herêma Xakurkê dijî artêşa Tirk pêk anî bû, weşandin.
Gerîla Tv dîmenên çalakiya gerîla ku di encamê de 5 leşkerên dagirker hatibûn cezakirin û 3 jî birîndar bibûn ,weşandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiya ku 22’yê Hezîrana 2024’an hatibû pêkanîn de ev agahî parve kiribûn:
“22’ê Hezîranê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li qada Şehîd Qehreman a herêma Xakurkê operasyonek hate destpêkirin.
Hêzên me dagirker xistin bin kontrolê û saet di 14:00 de bi rêbaza sabotajê lê dan.
Di çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn.
Dagirkeran li vê derê bombeyên mijê bi kar anîn û mirî û birîndarên xwe ji qadê birin.
Saet di 14:30’î de careke din çalakiya sabotajê hate kirin û di encamê de dagirkerek hate cezakirin.
Çalakiya ku di encamê de bi giştî 5 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker birîndar bûn ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve bi armanca silavkirina Roja Fedaîtiyê ya 30’ê Hezîranê hate lidarxistin.”



