Piştî ku çend mehan hevdîtina ji qedexeya hevdîtina malbatên xwe re, girtiyên siyasî yên Kurd Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî bi malbatên xwe re hevdîtin kirin.
Girtiyên siyasî yên Kurd Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî ev nêzî çend mehin ji aliyê desthilata rejîma Îranê ve mafê wan yê hevdîtina bi malbatên wan re hatibû qedexekirin.
Hate zanîn ku di 22’yê Kanûnê her du girtiyên siyasî yên jin ji ber zextên li ser rejîmê û berxwedana wan a di girtîgehê de, bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîne.
Hate zanîn ku dema hevdîtina Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî li Girtîgeha Evîn ya Tehranê bi malbatên xwe re saetek bû.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî li Girtîgeha Evîn ya Tehranê ji mafên xwe yên sereke hatibûn bêparkirin, destûra tedawîbûn, hevdîtina bi malbat û parêzerên wan re hatibû qedexekirin.



