Koma nû ya ku Nobeda Azadiyê dewr girt, banga parastina Rojavayê li gelê Kurd kir. Çalakvanan got “Divê em azadiya Rêber Apo dabîn bikin ” û deştnîşan kirin ku ev temînata azadiya gelê Kurd e.”
Ji bo dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û dawîlêanîna Pergala Qirkirinê ya Îmraliyê li bajarê Fransayê Strasbourgê çalakiya Nobeda Azadiyê didome.
Koma ji Îngilîstanê hatî, di hefteya 653’emîn de nobed dewr girt.
Îsmet Serhad û Gezgor Kanîreşî di nav koma Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Sheffieldê de cih girtin.
Îsmet Serhad, li ser navê komê axivî û got:
“Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di heman demê de çareseriya demokratîk a aştiyane ya pirsgirêka Kurd e.
Wek gelê Kurd em ê hem Rêberê xwe azad bikin hem jî destkeftiyên xwe biparêzin.”
Serhad diyar kir ku divê her kes li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Rojavayê dengê xwe bilind bike û got” Me çawa Kobanê parast, divê em îro jî bi heman ruhê seferberiyê Rojavayê biparêzin.”



