Li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê ji bo şîrovekirina geşedanên siyasî û leşkerî yên li qada Sûriyeyê civînên girseyî hatin lidarxistin.
Di civînan de erkên di vê demê de dikevin ser milê gel hatin nirxandin.
Ev civîn di çarçoveya rêzecivînên ku Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî li dar dixin de pêk hatin.
Di civînan de girîngî bi rêbazên avakirina Sûriyeya nû û ewle, parastina yekbûna xaka Sûriyeyê ji êrişên derve û yên dewleta Tirk a dagirker, hat dayîn.
Di civînan de hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sîhanok Dîbo axivî.
Sîhanok Dîbo bal kişand ser qonaxên piştî ketina rejîma Beşar Esed, rola wê rejîmê di qirkirina pêkhateyên Sûriyê de û sûcên ku li dijî gelê Sûriyê pêk anîne.
Sîhanok Dîbo diyar kir ku hêzên ku destwerdanê di kar û barên Sûriyê de dikin dixwazin berjewendiyên xwe li ser hesabê gelên herêmê pêk bînin.
Şêniyên beşdar jî teqezî bi girîngiya biratiya gelan ji bo rûniştandina vê têgînê li seranserî Sûriyê û bidawîkirina êrişan, da.



