Dayikekê 3 kurên xwe ji destpêka Şoreşa Rojava ve tevlî hêzên leşkerî bûne bang li bav û dayikan kir û got;
” Divê hemû dayik û bav piştgiriya zarokên xwe bikin da ku bi erka xwe ya parastinê rabin.
Kolan, tax û gundê xwe biparêzin. Dem dema xweparastin û berxwedanê ye.”
Dayika Sureya Sebrî Mihemed a ji Qamişloyê yek ji wan dayikên welat parezê ku sê kurên xwe (Serhildan Qamişlo, Demhat Qamişlo û Serxwebûn Qamişlo) seferberê parastina rûmetê kirine.
Dayika Sureya bal kişand li ser girîngîya parastina rûmetê ango axa xwe û wiha balkişand li ser xwe parastinê:
“Divê her kes ji bo têkbirina dagikeran piştgiriya hêza xwe bike û zarokên xwe di xeta herî pêş de bi cih bike.
Niha her sê kure min jî di qada cengê de mil bi mil bi hevalên xwe re berxwedaniyê dikin.
Ev der axa me ye, lê dema ku dagirker werin ser axa me heya dawiyê em ê parastina xwe bikin û serî li hember dagirkeran rakin.”
Di dawiya peyama xwe de Sureya Sebrî Mihemed bang li hemû dayîk û bavan kir ku bi hev re em axa xwe biparêzin.



