Koalîsyona Jinan a di Rojnamegeriyê de ya Ewropayê Maîre Rowland hedefgirtin, tundî û kuştian Rojnemevanên kurd ji aliyê dewlwta Tirk ve şermezar kir û bang li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî kir da ku rola Tirkiyê ya di bûyera hedefgirtan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan de lêkolîn bike.
Koalîsyona Jinan a di Rojnamegeriyê de ya Ewropayê CFWIJ’ê Maîre Rowland, der barê hedefgirtian û zextên li hember rojnamegerên kurd de axivî.
Maîre Rowland da zanîn ku rojnamegerên kurd ji ber karê xwe rastî her cûre tundî tên û got:
“Zextên li ser çapememnî û rojnamegerên Kurd, girtina bi sûcdariya terorê bûye pirsgirêkek rojane.
Ji 2019’an heta niha ji sûcên girêdayê terorê 87 rojnamegerên jin hatin darizandin û ji van 78 yên Kurd bûn.”
Ev zext binpêkirina azadiya çapemeniyê ye.
Me bi dehan carî êrîşên Tirkiyê şermezar kirine û banga piştevaniyê li qada hevkarên wê yên navneteweyî kiriye lê bê encam man.”
“Hedefgirtian Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan binpêkirinek giran a hiqûqa navneteweyî ye”
Maîre Rowland bi gotina “Em li dijî qetilkirina Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bi hêrs û xemgîn in” anî ziman ku divê pêşî li zextên dewleta Tirk a faşîst bê girtin û got:
“Hovitiya artêşa Tirk li himber rojnemevanên kurd zelal bû.
Her wiha li Wan, Stenbolê gelek rojnameger ji ber hedefgirtina hevalên xwe protesto kirin hatin binçavkirin û girtin.
Hedefgirtian Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan binpêkirinek giran a hiqûqa navneteweyî ye.
Divê dawî li vê tundiya li hember Kurdan bê anîn.”
“Terorîzekirina Tirkyê ji rojnemevanên Kurd re zirarê dide azadiya çapemeniyê “
Her wiha Maîre Rowland da zanîn ku Terorîzekirina Tirkyê ji Rojnemevanên kurd re zirarê dide azadiya çapemeniyê û wiha axivî:
Em bang li hemû saziyên navnteweyî, Dadgeha Ceza ya Navneteweyî û çapemeniyê dikin ku van êrîşên li hember çapemeniyê qebûl nekin.
Divê rola Tirkiyê ya di bûyera hedefgirtan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan de lêkolîn bike.
Divê rojnameger hedef neyên girtin, bên parastin û ji bo wan rêzdarî bê nîşandan.”



