Di pevçûnên li gundewarên Tişrînê de 14 çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê bersiva tund da êrişan û pevçûnên dijwar derketin. Di pevçûnên ku êriş hatin şikandin de 14 çete hatin kuştin, di dehan jî birîndar bûn.
Pevçûnên li herêmê didomin.



