KCDK-E, bang li her kesî kir ku êrîş û qirkiriên li Sûriyeyê li dijî Elewiyan pêk tên şermezar bikin.
Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanî ya Ewropayê (KCDK-E) li ser êrîş û qirkirinên li Sûriyeyê li dijî Elewiyan daxuyaniya nivîskî da û got:
“Tê plankirin ku bi qetlîamên wekî yên ku dewleta Tirk li Mereş, Roboskî û Madimakê pêk anî li dijî gelên Sûriyeyê bê kirin.
Bi provakasyonên dewleta Tirk, çeteyên SMO’yê ku ji bermayên DAÎŞ’ê ne û yên Heyhet Tehrîr El Şamê li ser Elewiyan qetlîaman pêk tînin.
Çete li pêş çavê tevahiya cîhanê li dijî Elewiyan qetlîaman pêk tînin û sûcê mirovahiyê dikin, lê hemû cîhan li van yekan temaşe dike.
Em bang NY, Konseya Ewropa, li dijî vê sûcê bêdeng nemînin. Dîsa di serî de civaka elewî em bang li her kesî dikin ku li dijî vê sûcê bêdeng nemînin û dakevin qadan.”



