Di ser komkujiya Roboskî ku 34 sivîl bi balafirên şer ên artêşa Tirk hatin şehîdxistin, 13 sal derbas bûn. Hikûmeta AKP’ê ji bo komkujiyê veşêre serî li gelek rê û rêbazan dan, lê ji bo ronîkirina komkujiyê têkoşîna Malbatên Roboskiyê ya edaletê heta niha dewam dike.
Êş weke roja ewil careke din dijîn.
Wê rojê komkujiyeke ku wijdanê mirovan tehmûl nake pêk hat…
Qêrîna Zarokan dilê mirovan dişewitandin..
Em behsa roja 28 Kanûn 2011’an de dikin.. roja komkujiya Roboskî..
Di vê rojê de Ciwanên gundê Roboskî ji bo bazirganiya sînor dikevin li ser rê, balafirên şer ên dewleta Tirk jî êrişî wan dike û di encamê de 34 sivîl hatin şehîdxistin.
Komkujiya Roboskî ligel 13 sal li pey xwe hişt jî têkoşîna malbatan didome.
Hikûmeta AKP’ê ji bo komkujiyê veşêre serî li gelek rê û rêbazan dan.
Tevî sedan êrîş û komkujiyan jî êrîşên dewletê li ser gundê Roboskî kêmnebû.
Heta niha jî kiryar tên parastin û der barê xizmên kesên hatin şehîdxistin de doz hatin vekirin.
Dozên ku der barê kiryaran de hatin vekirin jî encam ji wan nehat girtin.
Dosye ji aliyê 281 serlêderan ve sewqî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hat kirin.
Lê belê DMME’yê jî mîna Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di 17’ê Gulana 2018’an de bi hinceta “belge du roj dereng hatine” serlêdanê qebûl nekir û red kir.
Li ser vê yekê parêzeran di sala 2019’an de careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan û xwestin lêpirsîn ji nû ve bê vekirin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî biryara bêhiqûqiyê da û serlêdan ji Serdozgeriya Komarê ya Qilabanê re şand.
Serdozgeriya Komarê ya Qilebanê di sala 2021’ê de dîsa biryara “neşopandinê” da.
Îtîraza parêzerên ku nerazîbûn nîşanî neşopandinê dabûn jî ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya Şirnexê ve hat redkirin.
Bi ser komkujiya Roboskê re 13 sal derbas bûn lêbelê birînên wan hêj jî nehatine pêçandin.



