Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif tev li bernameyeke taybet a telvezyona me bû û geşdanên dawî yên li Sûriyê nirxand.
Foza Yûsif diyar kir ji bo avakirina Sûriya nû pêwîstî bi pergal û sîstemeke demokratîk ku mafên hemû pêkhateyên biparêze heye.
Ji 8’ê mehê ve Sûriyê derbasî qonaxeke nû bû û gelek guherîn û veguherîn lê rû dan.
Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Foza Yûsif tev li bernameyeke taybet a telvezyona me bû û derbarê van guherînan de axivî.
“Sûriyê li hember qaonaxeke nû ye û pêkhateyên herêmê tên paşguhkirin”
Foza Yûsif diyar kir ji ber siyasetên ku niha li dijî pêkhateyên Sûriyê tê meşandin Sûriyê li hember şerekî navxweyî yê pir xeternak e.
Kesên ku niha di rêvberiya demkî ya hikûmeta Şamê de cihê xwe digrin di rewşeke tolhildanê de dijîn ji ber ku difikirin ku wan ji ber rêjîma Baas gelek êş û azar kişandine, ji lewra li dijî pêkhateyên li Şamê an li Berava Sûriyê an jî li piraniya deverên ku HTŞ’ê lê serwere siyasetên xwe dimeşînin.
“Tiştên li Sûriyê rû dan derbeyeke leşkerî bû”
Foza Yûsif ragihand tiştên li Sûriyê rû dan ne şoreşeke gelêrî bû, lê belê derbeyeke leşkerî bû.
Pêşketinên li Sûriyê rû dan ne şoreşeke gelêrî bû lê belê em dikarin bibêjin ku derbeyeke leşkerî û siyasî bû û ji gelek aliyên herêmî û navneteweyî ve piştgiriya wê hate kirin.
“Tevî ku Rêveberiya Xweser nûnertiya 30% ji Sûriyê dike, lê heta niha tê paşguhkirin”
Foza bi gotina ‘paşguhkirina domdar’ ji bo Rêveberiya Xweser tê da zanîn ku ev yek siyseta dûrxistinê ji bo pêkhateyên li Sûriyê dide nîşandan.
Rêveberiya demkî ya Sûriyê bi gelek şandeyên navnetewî û navdewletî re rûnişt, lê bi gelê Sûriyê re rûnenişt ev yek nakokiyekê li cem hêzên siyasî yên Sûriyê çêdike.
Mînaka wê jî bi Rêveberiya Xweser re, tevî ku Rêveberiya Xweser 30% nûnertiya xaka Sûriyê dike, lê ta niha pê re rûneniştiye.
“Tirkiyê rewşa li Sûriyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne”
Foza bal kişand ser rola nîgatîv ya Tirkiyê di aloziya li Sûriyê de dilîz û destnîşan kir ku armanc jê avakiria Osmaniya xwe li Sûriyê ye.
Tirkiyê li dijî hemû pêkhateyên li Sûriyê ye, armanca dewleta Tirk ji leystina rola xwe di aloziya li Sûriyê de hewl dide ku Osmaniya xwe li ser xaka Sûriyê ava bike.
“Sûriyê pêwîstiya wê bi sîstemeke demokratîk heye”
Foza Yûsif dawiyê de da zanîn ku heta niha tu şande serdana Şamê nekiriye.
Heta niha tu şande ji aliyê me ve serdana rêveberiya demkî ya li Şamê nekiriye, di pêşerojê de ger şandeyek çû ew jî wê şandeyek ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê be.



