Di berdewaniya xebatên xwe yên hewldanên pêkanîna yekîtiya Kurdî û yekbûna hemû pêkhateyan de,Şêx Murşid Maşûq Elxıznewî li Tirbespiyê bû.
Gelê Kurd û pêkahteyên bajarê Tirbespiyê li sûka navendî kom bûn.
Li ser giringî û pêwîstiya yekrêziya Kurdî şêx Murşid Elxıznewî axivî û got:
“Di dirêjahiya dîrokê de gelê Kurd ji bo azadiyê berdêlên mezin daniye.
Divê gelê Kurd vê qonaxa dîrokî qezenc bike û yekîtiya xwe ava bike.”
Elxıznewî destnîşankir ku dewleta Tirk hewl dide siyaseta xwe ya qirkirina gelê Kurd bidomîne û got:
“Em ji vir jê re dibêjin ku em yek dest in û gefên wê me natirsînin.
Berdêl çi dibe bila bibe em ê xaka xwe rizgar bikin.”
Beşdaran jî êrişên dewleta Tirk a dgairker li ser herêmê bi tundî şermezar kirin û piştgiriya xwe bi QSD’ê re nîşan dan.



