Kurdistanî û dostên xwe li Ewropayî li dijî êrişên li ser Rojava û pilanên dagirkeriyê çalakiyên xwe didomînin.
Di çalakiyan de êrişên li dijî pêkhateyên Sûriyê li ser esas mezehb û itnîk hate şermezarkirin.
Mitînga li paytexta Almanya Berlînê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Dest Dan hate li darxistin.
Beşdarên mitîngê komkujiyên li dijî Elewî, Durzî û Xiristiyanên li Sûriyeyê û hewldanên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezarkirin û gotin:
“Tu komkujiyeke bi vî rengî di Îslamê û oleke din de nîne.”
Li Fransayê êrişên li ser Rojava hatin şermezarkirin
Li bajarê Nantes ê Fransayê jî ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê meşek hate li darxistin.
Di meşê êrişên dewleta Tirka dagirker û çeteyên wê li dijî Rojava hate şermezarkirin.
Beşdaran bang li hukûmeta Ferensayê kirin û gotin:
“Tevî ku her kes dizane dewleta Tirk piştgiriya komkujiya dike, lê dijî dewleta Tirk tu gav nehatiye avêtin
Lewma divê hikûmeta Fransayê berpirsyarên li pişt van komkujiyan eşkere bike û bidarizîne.”
Di çalakiyê de banga her kesî hat kirin ku tevlî çalakiya 11’ê Çileya 2025’an a li Parîsê bê lidarxistin, hate kirin.



