Li Başûr Rojavayê Koreya Başûr balafireke rêwiyan kete xwarê, tê de herî kêm 124 kes jiyana xwe jidest dan.
Balafirek rêwiyan li balafirgeha Navneteweyî ya Muanê ya li Başûr Rojavayê Koreya Başûr kete xwarê.
Li gorî rayedaran balafir ji Bangkoka Taylanê çûye bajarê Muanê ya Koreya Başûr û di balafirê de jî 181 kes hebûn.
Tê gotin bûyer danê siharê çêbûye û balafir jî ya şirketa Jejoyê ya Koreya Başûre.
Li gorî medya Koreya Başûr di bûyerê de 124 kes jiyana xwe jidest dan, lê dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.



