Mamostayê Olî Mela Ebdullah Kelarî da zanîn ku ti peywendiya Erdogan bi Îslamyetê ve nîne, ew dijminê herî mezin yê Kurdane, divê em alîkariya Rojava bikin.
Dewleta Tirk a dagirker li Suriyê alîkariya komên çete dike û bi rêya wan komên çete êrişê ser gelên Suriyê bi taybetî jî Kurdan dike.
Di derbarê êrişên dewleta Tirk û hewldanên wê yên ji bo derxistina nakokiyên li Suriyê de, Melayê Mizgefta Aştî li Kelarê Ebdullah Kelarî axivî û got:
Pêwîste desthilata nû ya Suriyê rê nede wek li Iraqê, li Suriyê jî nakokî di navbera Şie û Sune de çêbe.
Pêwîste li Rojavayê Kurdistanê jî birayên me yên Kurd yekgirtî bin, da ku carek din xwîna gelê Kurd neyê rijandin, xaka Kurdistanê neyê dagirkirin û bikarin mafên xwe bidest bixin.
Mela Ebdullah Kelarî anî ziman ku ti peywendiya Erdogan bi Îslamyetê ve nîne û dibêje:
Erdogan yek ji dijminên herî mezin yê Îslamê ye. Ger Musulman bûya wê mafên gelê Kurd bidaba.
Divê li her cihek birînek li nava gelê Kurd de derket, em derman bikin û alîkarî bidin.



