Malbatên şehîdan ên kantona Cizîrê gotin destkeftiyên li herêmê hatine bidestxistin, saziyên leşkerî û ewlehiyê pîroziyên wan in û di heman demê de êrişên li dijî herêmê şermezar kirin.
Bertekên li hember êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, saziyên leşkerî, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û saziyên ewlehiyê zêde dibin.
Di vê çarçoveyê de meclisên malbatên şehîdan ên bajarên Çilaxa, Til Hemîsê, Dirbêsiyê, koçberên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî daxuyaniyên cuda dan.
Di her du çalakiyan de bi dehan malbatên şehîdan hazir bûn û alên QSD`ê û Meclisa Malbatên Şehîdan hildan.
Meclisên malbatên şehîdan di daxuyaniyên xwe de gotin li hember êrişan û hewldanên têkbirina vîna gelê herêmê û destkeftiyên wî, ew ê bi yekrêzî bisekinin.
Di daxuyaniyê de meclisan îşaret bi girîngiya yekitiya partiyan kir da ku hêviyên wan werin bidestxistin.
Di daxuyaniyê de meclisên malbatên şehîdan diyar kirin ku QSD û Hêzên Asaiyşê pîroziyên wan in.
Her wiha êrişên li ser her du hêzan şermezar kirin û bang li gelên herêmê kirin ku li hember êrişan piştgiriya QSD`ê bikin û têkoşînê li gorî pêvajoyê mezintir bikin.
Meclisan bang li aliyên navneteweyî kir ku serdestiya welêt biparêzin, bihêlin sûriyeyî bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin, her wiha bang li aliyên siyasî yên Sûriyê kirin ku li gorî berjewendiyên nîştimanî bixebitin.



