Kombûna Jinan a Zenûbya li hember daxuyaniyên Ayşe El Dibis daxuyaniyek da û got ev daxuyanî rola pêşeng a Jinên Sûriyeyî di şoreşê de paşguh dikin.
Kombûnê diyar kir ku doza jinan siyasî ye û bi avakirina civakeke demokratîk, wekhev û adil ve girêdayî ye.
Kombûna Jinan a Zenûbya jî li hember daxuyaniyên seroka nivîsgeha kar û barên jinan a hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ayşe El Dibis daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de kombûnê destnîşan kir ku jinên sûriyeyî ji bo bidestxistina wekheviyê û edaletê têkoşiya û fedakarî kirin û pêşengiya qadên civakî, aborî, siyasî, parastinê û xweparastinê kir.
Kombûnê balkişand ser daxuyaniyên Ayşe El Dibis û got: “Birêz Ayşe rola pêşeng a jinên sûriyeyî di şoreşê de, paşguh kir.
Ji daxuyaniyên wê diyar e ku bi zanabûn dixwaze têgeha xurtkirina jinan tengav bike.
Rola wê di çarçoveyeke teng de û li dijî hêvî û mafên wê de yên di qanûnên navneteweyî û mafên mirovan de hatine misogerkirin, sînordar dike. ”
Kombûnê got: “Doza jinan siyasî ye û bi avakirina civakeke demokratîk a adil û wekhev ve girêdayî ye.
Dûrxistina bizanabûn a jinên Sûriyeyî yên azad ên xwedî nêrînên cuda, binpêkirina mafê derbirînê û avakirina civakê ye.”
Siyaset û bernameyên ji bo xurtkirina jinan di hemû qadan de bêne pêkanîn, nûnertiya wê di tevahî deste û saziyan û cihên çêkirina biryaran de dabîn bikin, derfetê li pêşiya wê vekin ku tev li avakirina Sûriya demokratîk a dadmend bibin.
Ji bo sazkirina nêrîneke nîştimanî ya giştî ku rola jinan xurt bike û mafên wê biparêze, diyalogeke nîştimanî bi beşdariya tevahî jinên sûriyeyî were lidarxistin.
Dabînkirina azadiya kar û xebatên jinan, piştgiriya jinan bikin da ku karibin armancên xwe pêk bînin û mafên xwe biparêzin.



