Şêniyên bajarê Kobanê bi hemû derfet û rêbazan destekê didin şervanên eniyên şer ên li Kobanê û teqezkirin ku ew ê hemû êriş û gefên dewleta Tirka dagirker û çeteyên wê têk bibin.
Li ser bangên seferberiyê yên Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk QSD gelên Kobanê bi rihê Gelên Şoreşgerî xwe bi rêxistinkirin.
Li ser vê bangê hinekan çek rakir û berê xwe da eniyên şer hinekan jî ji bo şervanên li eniyên şer xwarinê çêdikin.
Jinên taxa şehîd Moro ji bo çêkirina xwarinê û şandina ji şervanên eniyên şer re, li malekê civiyan.
Jinan diyarkirin ku ew bi hemû rêbazan piştgiriya şervanan dikin, ji çêkirina xwarinê heta cih girtina di nava tabûrên biçûk ku gundewar û taxên Kobanê diparêzin.
Jinan got, çawa Kobanê di 2014ˋan de li dijî DAIŞ’ê bi ser ket ew ê çareke din li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî bi ser bikeve.



