Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif li ser kesayeta Rojnemevan Cîhan Bîlgîn axivî û got:”Cîhan jineke çalak û azadîxwaz bû. Şehîdxistina wê dijminatiya dewleta Tirk a li hember jinan e.”
Foza Yûsif der barê kesayet, xebat û sekna rojnamevan Cîhan Bîlgîn de ku 19’ê Kanûnê di encamê êrişa dewleta Tirk a dagirker de tevî rojnamevan Nazim Daştan şehîd bûbû axivî û dibêje:
Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Şehbayê, Minbicê û şehîdxistina rojnamevan Cîhan Bîlgîn dijminatiya dewleta Tirk a li hember jinan e.
Naxwaze jinên pêşeng, jinên bibandor û jinên ku karibin hemû civakê rakin ser lingan, derkevin.
Şehîd CÎhan jineke çalak û azadîxwaz bû, dixwest bi rojnamevaniya xwe di şoreşa jinan de rolekê bilîze û şoreşa jinan bigihînin jinên cîhanê.
Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de xwedan kedeke mezin bû.
Di dawiyê de Foza Yûsif wiha anî ziman:
Têkoşîna heval Cîhan û jinên Kombûna Jinên Zenûbiya, heta ku em mafê jinan mayînde bikin wê dewam bike.



