Li Frankfurtê ji bo kesên di komkujiyên Mereş û Roboskî merasîma bîranînê hat lidarxistin. her wiha li Parisê jî şehîdên çapemeniya azad hatin bîranîn.
Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Frankfurt ya Elmanyayê kesên li Mereş û Roboskî şehîdbûn bi çalakiyekê hatin bibîranîn.
Di bîranînê de gelek axavtin hatin kirin û kesên axivîn gotin:
Komkujiya Roboskî ji ya Mereşê ne cudatir e, em banga xwedîderketin Şoreşa Rojava li her kesî dikin.
Yên ku ji hebûna Kurdan aciz dibin, van komkujiyan ferz dikin.
Çalakiya bîranînê bi pêşandana sînevîzyonê bi dawî bû.
Li Parisê şehîdên çapemeniya azad hatin bibîranîn
Li banliyoya Vîllîers le Bel a paytexta Fransa Parisê ji bo Azad Mêrxas (Îlyas Ekîncî) ê di sala 2014’an de şehîd bû û şehîdên Çapemeniya Azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di 19’ê Kanûnê de li Rojava şehîd bûn merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Bîranîn bi pêşandana sînevîzyona li ser jiyana şehîdan û têkoşîna wan bi dawî bû.



