Kordînasyona Giştî ya HPC û HPC-JIN derbarê êrişên li ser jinên Sûrî daxuyaniyek da.
HPC û HPC-JIN diyar kir ku êrîşên li ser jinên Sûrî, êrîşên li dijî destkeftiyên şoreşa jin in.
HPC û HPC-JIN di warê geşedanên dawî Sûriyê û belavbûna hêzên cîhadîst li seranserî welat daxuyanî da.
HPC’ê diyar kir ku piştî rûxandina rejîma Baas ew di qonaxa avakirina Sûriyeke nû de ne û got:
“Ger Sûriya nû li ser esasê dînamîka civakê neyê avakirin, ewê dawiya wê jî bê.
Tenê bi beşdariya wekhev a jinan û hemû pêkhateyên cuda em dikarin welatekî demokratîk, ava bikin.
“Êrişên ser jinan êrişên li dijî deskeftiyên şoreşa jin in”
Êrîşên li hemberî pêkhateyên cuda weke Xiristiyan, Dûrzî û Alewî, êrîşên li hemberî me hemûyane. ”
Her wekî da zanîn ku êrîşên li ser jinên Sûrî, êrîşên li dijî destkeftiyên şoreşa jin in.
Ji bo wê girînge ku hemû beşên civakê li her derê mekanîzmayên xwe yên parastinê ava bikin.
Weke hêza HPC û HPC-JIN em parastina şoreşa Rojava û destkeftiyên wê weke erka xwe ya sereke dibînin.



