Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku yekane rêya rizgariya ji krîza netewe-dewletê ya li Rojhilata Navîn çareseriya neteweya demokratîk e û got, “Çareserî wê bi têkoşîna azadiyê ya gelan, jinan û hêzên şoreşger pêk were.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik gûhertinên siyasî, leşkerî yên Rojhilata Navîn û sedemên wî ji ANF’ê re nirxand.
Cemîl Bayik dazanîn ku di çarçoveya dîzayna Rojhilata Navîn de forma netew-dewletê tê derbaskirin.
Li vir li dewsa vê jî li gorî berjewendiya sermayeya kûrevî û modelên li gorî vê tê pêşxistin û got:
“Di destpêka sedsala 20’emîn de ji bo împaratoriyên Elman, Awûsturya û Osmanî bên belavkirin formê netew-dewletê li gorî berjewendiyê modernîteya kapîtalîst bû.
Lê ev form niha hatiye wê astê ku zirar dide berjewendiyên modernîteya kapîtalîst.
ji bo wê ev form tê derbaskirin forma federatîf tê pêşxistin.
Forma Netew dewlet tê derbaskirin berjewendiyên sermaya kurewî esas e.
Ji ber vê dewsa netew-dewletê dixwazin pêkhateyên federatîf ên hîn biçûk û esnek pêş bixin.
Bi vê re dixwazin gera sermayeyê ya kûrevî û qezencê wî biparêzin.
Herî dawî rûxandina rejîma Baasê ya ku netew-dewletê temsîl dike jî encamê vê dizayna nû ye.
Cemîl Bayik: Di dîzayna nû de hêzên sereke Îsraîl û Siûdî Erebîstan e
Cemîl Bayîk dazanîn ku dewleta Tirk ji dîzayna nû gelek ditirse û sedemên wê wiha rêz kir:
“Yê ku ji vê pêvajoyê herî bi fikar dewleta Tirk e.
Du sedemên esas ên vê yekê hene.
Yek kurd li herêmê bûne xwedî hêzeke girîng.
Ya duyem, êdî ji bo dîzayna jinûve ya Rojhilata Navîn, wezîfeya aktorê sereke dane Îsraîlê.
Dîsa bi Îsraîlê re Siûdî Erebîstan.”
Kurd li herêmê bûne xwedî hêz
Ji bo dîzayna nû rola sereke dane Îsraîl û Erebîstana Siûdî
Di rastiyê de rola ji bo Tirkiye hatî dayîn, bi dawî bûye.
Tirkiye bi rengekî tevlî planê tê kirin, lê mîna berê rola sereke nadin Tirkiyeyê.
Cemîl Bayik: Ev şer ji bo pêkanîna rêya enerjiyê ye
Cemîl Bayîk dazanîn ev şer hemû jî ji bo pêkanîn projeya rêya enerjî û xeta bazirganiyê, xetek e ku Hindistanê, Kendavê û Rojhilata Navîn li ser Qibrisê re bi Ewropayê re girê dide pêk tê û got:
Ev şer bûye sedem ku rejîma Baas’ê hilweşe. Lê belê mirov dikare diyar bike ku wê bi vê yekê re sînordar namîne.
Sê qadên ku ji bo sîstemê bi pirsgirêk in, wê bên hedefgirtin û ji rewşa xwe ya bi pirsgirêk bên derxistin.
Cemîl Bayik: Çareserî konfederalîzma demokratîk e
Cemîl bayik li hember êriş û dîzayna nû ya Rojhilata Navîn rêya rizgariyê nîşanda û got:
“Yekane rêya rizgarbûna ji krîza netew-dewletê ya li Rojhilata Navîn, çareseriya netewa demokratîk û forma netewa demokratîk e.”
Statukogeriya netew-dewletê ya heyî, jixwe çavkaniya pirsgirêkan e.
Dema mirov cureyên ol, mezhep, etnîsîte û çandê yên li Rojhilata Navîn esas digirin, hêza konfederalîzma demokratîk û feraseta netewa demokratîk hîn baştir tê fêmkirin.
Ji bo têkbirina êrişan jî rêya sereke ya xwe parastinê jî stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî ye.



