Di civîneke Kombûna Jinan a Zenûbiya û Desteya Jinan a kantona Dêra Zorê de jinan rewşa xwe piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed nîqaş kirin.
Civîn bi gelek encamnameyan bi dawî bû.
Ji bo nîqaşkirina rewşa jinan li Sûriyeyê bi giştî, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet, Meclisa Kombûna Jinan a Zenbûiya ya kantona Dêra Zorê civînek ji nûnerên deste, sazî û komîteyan re li hola Desteya Jinan a herêma Meamêl a kantona Dêra Zorê organîze kir.
Di civînê de seroka Desteya Jinan a Kantona Dêra Zorê Elya El Elî pêşdeçûnên heyî şîrove kirin û bal kişand ser rola jinên fermandar ên di şoreşên dîrokî de.
Elya diyar kir ku jina Sûriyeyî, tevî hegemoniya baviksalariyê, karînên xwe îsbat kir.
Elya di dawiyê de teqezî bi piştgiriya QSDˋê kir.
Civîn bi gelek xalên girîng bi dawî bû û wiha ne:
- Bêyî beşdariya jinên Sûriyeyê di nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê de li gorî hevpeymana civakî ya nû ya Sûriyê aştî û edalet pêk nayê û krîz çareser nabe.
- Divê mafên jinan werin misogerkirin û di civaka Sûriyê de were parastin, ji ber ku ew parçeyek ji nirx, pransîb û demokrasiyê ne.
- Rola jinan di tevahî aliyên jiyanê de di pêşeroja Sûriyê de were aktîvkirin.
- Divê nûnertiyeke adilane û wekhev ji bo jinan hebe nexasim di cihê birydardayînê de.
- Xebitîna li ser aktîvkirina tevahî biryar û peymanên navneteweyî yên têkildarî kar û barên mafên jinan li Sûriyeya nû.
- Bidawîkirina tevahî diyardeyên tund, şêweyên wê yên siyasî û civakî yên li dijî jinan.
- Avakirina komîteyên dadgeriyê ji bo lêpirsîna sûcên şer li dijî jinan, pêkanîna adelatê û sûcdar li dadgehên Sûriyeyê darizînin.
- Bidawîkirina tevahî şêweyên dagirkeriyê, bi taybet dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê re.
- Ji bo jina Sûriyeyê parastin ji prasnîbên bingehîn û demokrasiyê ye divê di qanûnekê taybet de bê naskirin.
- Hevgirtina jinan li tevahî parêzgehan li ser rêgeza pêkanîna edalet û wekheviyê ji bo jinan.
- Li ser qanûna takakesî li gorî hevsengiya bi tevahî entîk, ol û baweriyan re were sikandin.· Nûnerên jin di komîteya amadekar a taybet bi sazkirina destûra nû werin diyarkirin.



