TEV-ÇANDˋê bi dirûşmeya ‘Zarok Hêvî û Pêşeroja me ne’ ji bo zarokên koçberên Şehba û Efrîn, Til Rifet û Helebê konserek li dar xist.
Endam û rêveberên TEV-ÇAND’ê, sazî û Rêxistinên Civaka Sivîl û zarokên koçberên Şehba û Efrîn, Til Rifet û Helebê amade bûn.
Bernameya konserê bi axaftina Hevserokê TEV-ÇAND’ê ya Kantona Cizîrê Keder Hiseyn dest pê kir.
Keder Hiseyn bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, û diyar kir ku bi êrişên hovane zarokên wan li ser axa wan koçber kirine.
Piştre du komên mûzîkê yên bi navê “Koma Kulîlkên Girbawiyê û Koma Kulîlkên Rojava” derketin ser dikê û hunerê xwe pêşkêş kirin.
Salona Navenda Çand û Hunerê ku bi pîrozbahiya sersala nû hatibû xemilandin, zarokan stran gotin û govend gerandin.
Konser bi dayîna xelatan bi dawî bû.



