Fahriye Ceylan a ku li Girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê dihat ragirtin û tehliyeya wê 6 caran hatibû taloqkirin, piştî 32 salan hate berdan.
Fahriye Ceylan, di sala 1992’yan de li Amedê hate binçavkirin û girtin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê dabû.
Ji bo temamkirina înfazkirina cezayê kêm mabû ku bi hincetên cuda tehliyeya Fahriye Ceylan hate astengkirin.
Fhriye Ceylan ku di 18 saliya xwe de ketibû girtîgehê, di dema girtinê de li girtîgehên Amed, Êlih û Edeneyê hate ragirtin.
Herî dawî jî sewqî Girtîgeha tîpa L a Alanyayê hate kirin û di Çileya sala 2022’yan de înfaza xwe temam kir.
Lê belê tehliyeya wê bi hincetên weke “îfadeyên jidil nade”, “poşman nîne” û “li gorî qaîdeyan sporê nake” 6 caran hate taloqkirin.
Fahriye Ceylan, li Girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê hate berdan.
Fahriye Ceylan, li pêşiya girtîgehê ji hêla xizmên xwe û rêveberên DEM Partî û TUAYDER’ê ve hate pêşwazîkirin.



