Parêzer Margeret Owen beşdarî televîzyona Medya Haberê bû, derbarê Rêber Apo de nirxandin kir. Margaret Owen anî ziman ku Rêber Apo ne tenê li Sûriyê, Tirkiyê û Rojhilata Navîn, ji bo tevahî cîhanê Rêberê aştiyê ye.
Margaret Owen balkişand li ser rola Rêber Apo û anî ziman ku deng û ramanên Rêber Apo ji bo hemû cîhanê girîng e û divê azad bibe.
Parêzer Owen ji bo qedexekirina PKK’ê jî wiha got:
“Divê PKK’ê ji lîsteya terorê bê derxistin
Divîyabû PKK’ê ji sala 2015 ji lîsteya terorê derketiba.
Parêzer Margaret Owen di nirxandinê xwe de qala rewşa Sûriyê û êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê jî kir û ev tişt anî ziman:
“Divê kurd û Ocalan nîqaşên ji bo rêveberiya Suriyê cihê xwe bigrin.
Divê Tirkiye êrîşên xwe li ser Rojava rawestinê.
Rojava ji bo gelên bindest bu stargeh.”



