Birayê Rêber Apo, Mehmet Ocalan derbarê hevdîtinê û rola Rêber Apo de axivî. Mehmet Ocalan daxwaz kir ku hevdîtin bidomin û bang li herkesî kir ku berpirsyartiya xwe bicîh bînin.
Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28’ê Kanûnê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêber Apo hevdîtin kirin.
Birayê Rêber Apo, Mehmet Ocalan têkildarî hevdîtinê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.
Mehmet Ocalan, bi bîr xist ku hevdîtina rû bi rû ya herî dawî di 3’yê Adara 2020’ê de bi Rêber Apo re kiriye û wiha got:
“Ji wê demê heta niha me tu hevdîtin bi girtiyên li Îmraliyê re nekirine.
Di rejîmên herî paşvemayî û dîktator ên cîhanê de jî rejîmeke wiha tune ye.
Daxwazên hevdîtinê her tim tên redkirin. Hevdîtin, mafê hiqûqî ye. Em dixwazin mafên me bên naskirin.”
Ocalan, got ku çi dibe bila bibe hevdîtina dawî girîng e û wiha pê de çû:
“Beriya niha Omer jî hevdîtinek kir lê ev hevdîtina malbatê bû.
Hevdîtina birêz Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder hinek cuda bû.
Lê hewceye ev pêvajo bidome. Ji hêla meseleya Kurd ve ev hatin û çûnên Îmraliyê erênî ne.
Birêz Abdullah Ocalan weke her carê pir zelal e; çareseriya demokratîk dixwaze û her kes vê dizane.
Lê em nizanin dewlet xwedî çi armancê ye.”
Mehmet Ocalan: Hevdîtin ji bo Rojhilata Navîn girîng in
Mehmet Ocalan, da zanîn ku perspektîfa çareseriya demokratîk a Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe:
“Lewma divê hevdîtin bidomin. Heke li Îmraliyê pêvajoya çareseriya demokratîk were destpêkirin, ne tenê Tirkiye dê gelên Rojhilata Navîn jî rehet bibin.
Ji bo vê divê her kes rola xwe bilîze. Ji bo pêşîlêgirtina rijandina xwînê, divê pêşiya birêz Abdullah Ocalan were vekirin.”
Ocalan: Bila her kes berpirsyartiya xwe bi cih bîne
Mehmet Ocalan, axaftina xwe wiha qedand:
“Desthilatdar jî di ferqa girîngiya pirsgirêka Kurd de ye.
Heke ev pirsgirêk were çareserkirin, dê xelkê herêmê rehet bibe. Lewma divê her kes berpirsyartiya xwe bicih bîne.
Em dixwazin hevdîtin bidomin û pêvajoya ku çareseriya demokratîk esas digire, pêş bikeve.”



