Çalakiya nobedê de ya li ser sînorê Pirsûs û Kobanê bi rengekî dewrî dewam dike. Beşdarên nobedê diyarkirin ku ew ê xwedî li peyama Rêber Apo derkevin.
Çalakî bi beşdariya nûner û parlamenterên DEM Partiyê, rêxistinên jinan û Dayikên Aştiyê yên Rihayê di roja 8’an de tê lidarxistin.
Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar li ser hevdîtina dawî li gel Rêber Apo axivî û got:
“Divê xwedîderketin li peyama Rêbertî bê kirin.
Heta ku Rojava azad bibe em ê dest ji çalakiya xwe bernedin.”
Nûnerê navçeya Xana Axpar a MEBYA-DER’ê Ridvan Oncel ji bo tevlîbûna meşa 3’ê Çileyê ya ku ew li Pirsûsê bê lidarxistin bang li her kesî kir.



