Serdan û hevdîtinên bi armanca yekrêziya Kurd didomin.Di vê çarçoveyê de şandeya KNK’ê li bajarê Silêmaniyê serdana Partiya Demokrata Kurd ê Pêşverû ya li Sûriyê kir.
Şande ji hevseroka giştî ya KNK’ê Zeynep Mûrad, endamên KNK’ê Refîq Xefûr û Şehla Efîd pêk hat.
Şande ji aliyê nûrerê partiya demokrata Kurd ê Pêşverû ya li Sûriyeyê Elî Şemdîn hate pêşwazîkirin.
Di civînê de rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê û girîngiya yekîtiya netewî ya gelê Kurd hat nîqaşkirin.
Beşdaran teqezî bi girîngiya avakirina yekitî û yekrêziya netewî ya Kurd kirin.
Her wiha amadekariyên ji bo lidarxistina konferansa KNK’ê li Başûrê Kurdistanê hate nîqaşkirin kirin.



