Bi gavekê ku rihê hevgirtina civakî aşkera dike, jinên ji Amûdê xwarin ji koçberên kantona Efrîn û Şehba, bajarên Heleb û gundewarên wê re çêkirin.
Di çarçoveya piştgiriya xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo koçberên kantona Efrîn û Şehba, bajarê Heleb û gundewarê wê re komeke jinên ji bajarê Amûdê îro xwarin çêkirin û li koçberên di dibistan û malan de belav kirin.
Li gorî amaran, xelkê bajarê Amûdê zêdetirî 175 malbatên koçer pêşwaz kirin.



