Dewleta Tirk a dagirker fitneyan di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û armanca têkbirina biratiya dîrokî ya di navbera gelên herêmê de, berdewam dike.
Metranê dêra Cizîr û Firatê Marmorîs Emsîh bang li pêkhateyan kir ku nekevin xefika dewleta tirk.
Metranê dêra Cizîr û Firatê Marmorîs Emsîh têkildarê hewildanên fitnê axivî û axaftina xwe bi gotineke Îsa Mesîh dest pê kir:
“Mîna ku min ji we hez kir, hûn ji hev du hez bikin.
Aştiyê didim we, aştiyê ji we re dihêlim.”
Marmorîs Emsîh balkişand li ser pirrengiya ol, bawerî û etnîkî yali herêmê û got:
“Ev pirrengî jêdera hêzê ye, em dua dikin ku ewlehî û aştî li welatê me pêk were.
Ji ber ku aştî û hezkirin layîqî vî gelî ye.”
Metranê dêra Cizîr û Firatê di dawiyê de diyarkir ku wê hewldanên li dijî pêkhateyan, bi ser nekevin, ji ber ku şêniyên herêmê giyanê hezkirinê û jiyana hevbeş parastin.



