Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê sala nû pîroz kir û destnîşan kir ku nêrînên Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkan bi 7 madeyan anî ziman, wê di sala nû de bibe rênîşana wan a têkoşînê.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê anî ziman ku baweriya wan heye di sala nû de Rêber Apo azad bibe, pirsgirêka Kurd çareser bibe, Tirkiye û herêm demokratîk bibe, li herêmê û hemû cîhanê aştî û aramî çêbibe.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistan (KCK) bi wesîleya sala nû peyamek weşand.
KCK’ê di peyama xwe de hevdîtina bi Rêber Apo re nirxand û got:
“Ev hevdîtin di encama sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê, berxwedana Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, gelê me û dostên me yên li Kurdistan û tevahiya cîhanê de, pêk hat.
Di vê hevdîtinê de Rêber Apo li dijî tarîtiya ku tê ferzkirin, careke din bi berpirsyariyeke dîrokî nêrînên xwe yên pozîtîf, çareserî û nêrînên ku asoya hizir berfireh dike, nîşan da.
Ligel çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo gel, tevger, kedkar, jinan, hemû bawerî û çandan asoyeke nû ya azadî, hêvî û baweriyê ava kir.”
KCK’ê destnîşan kir ku nêrînên Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkan bi 7 madeyan anî ziman, wê di sala nû de bibe rênîşana wan a têkoşînê û nirxandina xwe wiha bidawî kir:
“Weke Tevgera Gel û Azadiyê, em diyar dikin ku nêrînên Rêbertiya me ku di rojên dawî yên sala 2024’an de mîna manîfestoyê ye, wê di sala nû de bibe pisûlayê me ya têkoşînê.
Em bang li gelê xwe, hemû dostên xwe, hemû beşên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk ên alîgirê çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê dikin ku li ser vê bingehê têbikoşin.
Bi bîr û baweriya ku sala nû wê Rêber Apo ji aliyê fîzîkî de azad bibe, pirsgirêka Kurd çareser bibe, Tirkiye û herêm demokratîk bibe û aştî û aramî li herêma me û tevahiya cîhanê serwer bibe, em pêşî sersala Rêber Apo, hemû hevrê, jin û kedkarên ku ji bo azadiyê têdikoşin pîroz dikin.”



