Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat diyar kir ku berxwedana gelê Rojava gelek watedare û got:
“Ez vê vîna berxwedanê ya gelê me jî helwesta wê ya berxwedanê jî pîroz û silav dikim.
Heta tu bêjî biqîmet û hêja ye. Divê vê berxwedanê bi awayê herî hêzdar bidomînin.”
Hevseroka Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê Besê Hozat bersiv da pirsên Medya Haber TV.
Besê Hozat li ser hilweşîna rejima Baas û HTŞ anîna ser deshilatdariyê axivî û got:
“Li herêmê Şerê Cîhanê yê 3’yemîn bi rengekî pir tund dewam dike.
Belê, niha li Sûriyeyê qasî 12 rojan HTŞ hat û rejîma Baas’ê ya 60 salan hilweşand û li Şamê desthilatdarî bi dest xist.
Gelo ev yek bi hêza HTŞ’ê bixwe pêk hat? Helbet na. Ev planeke navneteweyî bû.
Serkêşê vê planê Amerîka, Îsraîl û Îngilistan bû. Tirkiye jî tevlî vê planê hate kirin.”
Besê Hozat: Tirkiye divê vê yekê bizane ku Sûriyeyê bi Tirkiyeyê nadin xwarin
Besê Hozat diyar kir ku Tirkiyê difikire ku wê Suriyê bibe qadeke ku sudê jê bigere, lê wê ne wisabe û ev nirxandin kir:
“Tirkiye hesab dike ku Sûriye wê bibe qadeke ku jê sûd bigire, wê li ser Sûriyeyê hegemoniya xwe çêbike. Sed sal in Tirkiye û Îran li herêmê ji bo hegemoniyê di nava hevrikiyê de ne. Lê belê Tirkiye divê vê yekê bizane ku Sûriyeyê bi Tirkiyeyê nadin xwarin. Eger Tirkiye hewl bide vê loqmeyê bi zorê bixwe, ev loqme wê di qirika wî de bimîne. Tirkiye wê bixeniqe.”
Besê Hozat: Ez vîna berxwedanê ya gelê me, helwesta wê ya berxwedanê jî pîroz û silav dikim
Besê Hozat berxwedana şervanên YPG YPJ û QSD’ê silavkir û got:
“Bêguman berxwedaneke bêhempa heye.
Bi rastî gelê me li her derî, ji bo şer û berxwedanê bû seferber.
Hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe dide û ev têra xwe watedar e.
Di nav refên QSD’ê de cih girtin û çeperên şer jî tê de li her derî di nav berxwedaneke mezin de ne.
Ez vê vîna berxwedanê ya gelê me jî helwesta wê ya berxwedanê jî pîroz û silav dikim. Heta tu bêjî biqîmet û hêja ye. Divê vê berxwedanê bi awayê herî hêzdar bidomînin.
Besê Hozat: Ne bi hezaran kes, divê bi sed hezaran kes xwedî li Rojava derkeve
Besê Hozat bang li her kesî taybet jî gelê bakurê kurdistanê kir ku li Rojava xwedî derkevin û nirxandinê xwe wiha bidawî kir:
“Helwesta xwedî derketina gelê Bakurê Kurdistanê, li Rojava gelek watedar e. Divê bihêztir be. Ne bi sedan an jî hezaran kes, divê bi deh hezaran, sed hezaran kes beşdarî açlakiyên parastina Rojava bibin.



