Di çarçoveya bersivdana banga seferberiya giştî ya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, 70 kes ji bajarê Hesekê tevlî sefeberiyê bûn.
Şêniyên bajarê Hesekê xwedî li banga Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya seferberiya giştî derketin. 70 kes (30 jin û 40 mêr) bi daxuyaniyekê tev li seferberiyê bûn.
Daxuyanî bi navê gelê Hesekê Stêra Hesekê û Rajar Hesen ve hate dayîn.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên giran li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze ewlehiya herêmê têk bibe.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: ” Keç û xortên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pişgiriyê didin QSD’ û YPJ’ ê. Hêzên me hemû planên dagirkeriyê yên li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê têk birin.
Tevhî pêkhateyên bajarê Hesekê em ê pêşgiriya hêzên xwe yên parastinê bin. Her wiha em tevlî seferberiyê dibin.”



