Li naverasta bajarê Til Rifetê erebeyeke bombebarkirî teqiya, di encamê de gelek çeteyên dagirkeriya Tirk birîndar bûn.
Li hundirê bajarê Til Rifetê yê kantona Efrîn û şehba ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, erebeyeke bombebarkirî teqiya.
Li gorî agahiyên heyî, di encama teqîna erebeyê de gelek çeteyên dewleta Tirk a dagirker birîndar bûn. Navên hin çeteyên birîndar hatin naskirin: Elî Xetîb, Ehmed Bedran û Omer El Şîşanî.



