Çalakiyên nobetê yên piştgiriyê bi Rojava re li ser sînorê Pirsûs a Rihayê û Nisêbîn ya Mêrdînê bibiriyardarî didome.
Di çalakiyan de banga mezinkirina têkoşînê û xwedî derketina li peyam Rêber Apo hate kirin.
Çalakiyên piştgiriyê li dijî Rojavayê Kurdistanê bi israr li bakurê Kurdistanê didome.
Îro jî çalakiya nobetê ya piştgiriyê li ser sînorê Pirsûs a Rihayê û Kobanê di roja 9’an domand.
Nobet bi durişmeyên “Rojava xeta me ya sor e” ,”Nazim û Cîhan rûmeta me ne, Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” tê darxistin.
Nûner û parlamenterên DEM Partiyê, rêxistinên jinan û Dayikên Aştiyê yên Rihayê û gelek kes beşdar bûn.
Li wir, parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan daxuyaniyek da û got:
“Birêz Ocalan dibêje; heke li cihekî pirsgirêk hebe, divê hûn li wê xakê li çareseriyê bigerin.
Lewma ev banga me ji bo hemû muxalefetê, jinan û ciwanan e. Roj roja hevgirtina li dora vê peyamê ye.”
Piştî daxuyaniyê, girseya çalakiyê belavokên ji bo beşdariya meşa 3’yê Çileyê li welatiyan belavkir.
Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 19’an de didome
Li aliyê din çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn û Qamişlo jî di roja 19’emîn de tê lidarxistin.
Gelek kesên ji Mêrdîn û navçeyên wê û ji Bedlîsê hatin û beşdarî çalakiyê bûn.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin têkildarî pêvajoya heyî axivî û got:
“Birêz Abdullah Ocalan bi 7 xalan plansaziyek danî pêşiya me.
Divê em xwedî li van xalan xwedî derkevin.”
Bêrîtan Guneş destnîşankir ku divê tavilê de Rêber Apo azad bibe da ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bê çareserkirin.



