Şêniyên gundê Dêrna Axê yê gundewarê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê koma xweparastinê ava kir.
Bi daxuyaniyekê devkê şêniyên gund avakirina koma xwe ragihand. Daxuyanî ji hêla endamê komê Ebdulhemîd Hisên ve hat gotin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ew li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê amade gundê xwe biparêzin û bang li civata navneteweyî kir ku tev bigerin û dewleta Tirk û çeteyên wê li ser sûcên wan ceza bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî şêniyên herêmê hat kirin ku çekê xwe rakirin û li kêlek QSDˋê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn xaka xwe û destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin.



