Rêveberiya Xweser ji bo koçberên Girê Spî li Reqayê kampeke nû vekir

Rêveberiya Xweser ji bo koçberên ji Girê Spî li Reqayê kampek vekir û ji bo koçberan banga alîkariyê kir.

Rêveberiya Xweser ji bo koçberên Girê Spî li Til Semenê ya Reqayê kampek vekir.

Ji rêvebera Kampê Fedê Şerîf Xelîl فدي شريف خليل diyar kir ku wan li kampê ji bo koçberan 100 kon danîne û hêjmar her roj zêdetir dibe.

Her weha da zanîn ku eger pêwîst kir dikarin li qada ku hatiye amadekirirn hezar konên din jî danin.

Fedê Şerîf anî ziman ku kamp ne tenê ji bo koçberan Girê Spî ye û her kesên ku ji ber êrîşên dewleta Tirk koçber bûne dikarin li kampê bi cih bibin.

Fedê Şerîf destnîşan kir ku ti saziyan alîkariyê destek nedane wan û bang li hemû saziyên mafên mirovan kir ku berpirsyariyên xwe bi cîh bînin û alîkariya koçberan bikin.

 

Leave a Reply

Back to top button