Li Filîpînê Bahoza “Phanfone” herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Fîlîpînê ji ber bahoza Fanfonê ( Phanfone ), herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest da.

Bahoza ku leza wê di saetekê de 200 km bû, çarşemê rê li ber ziyanên mezin vekiribû.

Cihê ku bahoz lê da, mal hilweşiyan, dîrekên elektirîkê ketin erdê.

Li gorî Rêveberiya Karesatan ya herêma Vîsayas, li bajar û gundan bi kêmanî 16 kesan jiyana xwe ji dest da.

Her weha ji ber bahozê xetên înternet, telefonê jî qût bûn, ji ber vê yekê têkildarî ziyanên li herêmê agahiyên zelal nikarin werin bidestxistin.

Di heman demê bi deh hezaran kes neçar mane malên xwe biterkînin û gelek kes jî di balafirgeha Kalîbo de asê mane.

Bahoza Haiyan a ji bahoza Phanfone hê bihêztir e û li pey şopa wê dihat.

Haiyan ku sala 2013’an li Fîlîpînê da û bû sedema mirina 7 hezar û 300 kesî.

Li Fîlîpînê her sal bi kêmanî 20 bahoz radibin.

Herî dawî destpêka vê mehê bahoza Kammûrî li welat da û bi kêmanî 13 kes mirin.

Leave a Reply

Back to top button