KCKˋê têkildarî şewata otêla li tesîsên Kartalkaya ya Bolûyê çêbûye got: “Gelekî eşkere ye ku ev karesat ji ber xemsariyan rû daye.
Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de wiha hate gotin:
“Di encama şewata otêla li tesîsên Kartalkaya ên li Bolûyê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.
Ji raya giştî re hate parvekirin ku 66 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 50 kesî jî birîndar bûne.
Rehma Xwedê li ser kesên jiyane xwe ji dest dane be û ji malbatan wan re sersaxiyê dixwazin. Ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.
Gelekî eşkere ye ku ev karesat ji ber xemsariyan rû daye.
Karesatên bi vî rengî ku li Tirkiyeyê gelekî rû didin, tim ji ber xemsariyê rû didin.
Ji ber ku dewlet û desthilatdarî erkên xwe yên sereke bi cih naînin, li Tirkiyeyê bûyerên weke îhmalkarî, gendelî, xizaniya gel û zehmetiyên jiyanî bi awayekî zêde rû didin.



