Ji fermandarên YPJ’ê Şîraz Nîdal a ji Erebistana Siûdî destnîşan kir ku ew têkoşîna dozeke mafdar dimeşînin û got: “Min rûyê qirker ê dewleta Tirk bi êrîşên dawî re hîn baştir nas kir.”
Şîraz Nîdal piştî bingeha fikrî ya Şoreşa Rojava nas kir tevlî nava refên YPJ’ê bû.
Şîraz Nîdal anî ziman ku ew pir bi Şoreşa Rojava bandor bûye û got:
“Her ku min YPJ nas kir min li wateya jiyana xwe pirsî.
Em ew şervan in ku xwedî armancê ne.
Bi ruhê fedaî em ê heta nefesa xwe ya dawî ji bo azadiyê têbikoşin.”
Şîraz Nîdal diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê timî êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin û wiha domand:
“Li hemberî van êrîşan em di nava amadekariyan de ne.
Serketina berxweedana îro encamek ji van amadekariyan e.
Em têkoşîneke mafdar dimeşînin.
Dewleta Tirk û çeteyên wê tenê xwe dispêrin hilweşîn û talanê.
Ji ber vê yekê di êrîşan de bi ser nakevin. Lewma êrîşên hewayî zêde dikin.
Divê cîhan hemû vê dagirkerî û polîtîkayên talanê yên delweta Tirk û çeteyên wan bibîne.”



