Iraqê qanûnên statuya şexsî ku rexnegir dibêjin wê destûrê bide zewaca di temenê zarokatiyê de, qebûl kir.
Li gorî guhertinê di mijarên zewacê, cihêbûnê û mîrateyê de hîn bêhtir erkê dide dadgehên Îslamî.
Di qanûnên Iraqê de temenê zewacê herî kêm 18 ye.
Li gorî şîroveyên hiqûqa Îslamî ya oldaran wê keçên di temenê zarokatiyê de wê bêne zewicandin.
Meclîsê her wiha pêşnûme qanûna li ser vegerandina mal û milkan ji bo xwediyê wan ku ji aliyê Kurdan ve hate pêşniyarkirin, erê kir.
Endama Yekîtiya Jinan a Iraqê û aktîvîsta mafên mirovan Întîsar el Mayalî li ser guhertina di qanûna statuya medenî de axivî û got:
Wê zarokên keç di temenê zarokatiyê de bêne zewicandin, ji mafên wan ên jiyanê bêpar bêne hiştin, bandoreke giran li jin û zarokên keç bike.
Serokê Meclîsê Mahmûd El Meşehedanî bi daxuyaniyekê îdîa kir ku qebûlkirina qanûnê “Ji bo xurtkirina edaletê û sererastkirina jiyana rojane ya welatiyan gaveke girîng e”.



