Polîsan li navçeya Akdenîz a Mêrsînê, di dema şermezarkirina derbeya qeyûm de polîsan li ciwanekî xistin û piştre bi êşkenceyê binçav kirin.
Çalakiyên şermezarkirina qeyûm a li navçeya Akdenîz a Mêrsînê didomin.
Duh bi şev Ciwanan li Taxa Yenîpazarê daketin kolanan, agir pêxistin û biryara tayînkirina qeyûm red kirin.
Di wê demê de polîsan wesayîta zirxî li ciwanê 20 salî Furkan Ozen da.
Piştre jî polîsan êşkence li Ozen kirin û ew binçav kirin.
Di heman demê de polîsan gefa “Em ê we tevan bigirin” li welatiyên ev kêlî bi telefonên xwe dikişandin xwarin.
Hat zanîn ku piyê rastê yê Ozen şikest û birine Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Bajar.



